Tenê şeva sersalê zêdetirî 50 hezar geştyarî çûne Zaxoyê
Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Ragihandinê yê Geştûguzariya Zaxoyê da zanîn ku 10 rojên borî zêdetirî 120 hezar geştyarî çûne serdana Zaxoyê.
Ji 21ê Kanûna Pêşîn a 2024an heta şeva sersalê, bi beşdariya hunermendên navdar ên Kurdistanê li meydana Pira Delal a li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê gelek çalakî û aheng hatin lidarxistin.
Birêvebirê Ragihandinê yê Geştûguzariya Zaxoyê Bêwar Sindî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Di 10 rojên borî de zêdetirî 120 hezar geştyarên navxwe û biyanî hatibûn Zaxoyê.
Şeva sersalê jî zêdetirî 50 hezar geştyarî hatibûn.”
Birêvebirê Ragihandinê yê Geştûguzariya Zaxoyê Bêwar Sindî got:
“Li gorî sala borî, hatina geştyaran ji sedî 20 zêde bûye, em texmîn dikin heta roja yekşemê û bidawîhatina betlaneyê, nêzîkî 10 heta 15 hezar geştyarên din dê werin serdana Zaxoyê.”
Derbarê hatina geştyaran Bêwar Sindî anî ziman:
“Ne tenê sersalê, her wiha di hemû ahengan de Zaxo yek ji wan cihan e ku herî zêde geştyar diçin serdanê.
Ev jî ji ber ku çend salên borî girîngiyeke zêde bi Pira Delal, Kornîşa Zaxoyê û bajêr di sektora geştûguzariyê de hatiye dayîn.”
Sala borî di ahengên sersalê de nêzîkî 90-100 hezar geştyar çûbûn Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê.