Amerîka li Kobaniyê baregeheke mezin ava dike

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê hêzeke din şande bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê û dê li wê derê baregeheke mezin a leşkerî ava bike.

Piştî ku hêzên Rûsyayê ji Kobaniyê vekişiyan, Amerîkayê dest bi şandina hêzên xwe kir û baregehên nû ava dike.

Doh dîmenê karwanekî mezin ê Amerîkayê hat belavkirin ku berê xwe dabû Kobaniyê.

Karwanê çek, teqemenî, odeyên hazir, karmereyên çavdêriyê û amûrên kolandina xendeqan li xwe digirt.

Li gorî zanyariyan, Amerîka li nava bajarê Kobaniyê baregeheke mezin ava dike.

Piştî ku 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) çû Şama paytext û rejîma Beşar Esed rûxiya hevsengiyên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê guherîn.

Rûsyaya ku piştgiriya rejîma Beşar Esed dikir bi ketina wî re xwe ji gelek cihan vekişand.

Amerîka jî dixwaze valahiya ku piştî vekişîna Rûsyayê derket holê dagire.