Di operasyonekê de 56 kes hatin desteserkirin

03-01-2024
RÛDAW
Nîşan Qefes-28 Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku li 10 parêzgehên Tirkiye û parêzgeheke Bakurê Kurdistanê di operasyona “Qefes-28”ê de 56 kesên ku di "lîsteya sor" de bûn hatin desteserkirin.

Alî Yelîkaya diyar kir ku li 18 welatan li wan digeriyan.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku di encama hevkariya Rêveberiya Îstixbarta Tirkiyeyê û Serokatiya Înterpol-Europolê de 56 kes hatin destersekirin.

Yerlîkaya da zanîn ku ew kes  li parêzgehên Stenbol, Antalya, Sakarya, Bolu, Çanakkale, Eskîşehîr, Îzmîr, Manîsa, Mugla, Yalova û Rihayê di çaroveya operasyona “Qefes-28”ê de hatine desteserkirin.

Ew 56 kes bi tohmeta endambûna rêxistina tawan, bazirganiya madeyên hişbir, sipîkirina pereyên reş, dizî, şelandin, qeçaxçîtiya bi koçberan, kuştin û bêexlaqiyê tên tohmetbarkirin.

Yerlîkaya herwiha eşkere kir di çarçoveya wê operasyonê de lêgerînên hêzên ewlehiyê berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst