Ji bo birîna destê wî were dirûtin çû nexweşxaneyê, termê wî derket

03-01-2024
Selah Cebar / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Selah Cebar / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kerkûk Nexweşane Mirin Sersarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Selah Cebarê 62 salî ji bo birîna destê wî were dirûtin çû nexweşxaneyeke taybet a li Kerkûkê lê ji nexweşxaneyê termê wî derket.

Selah Cebar yekşema borî ji bo birîna destê wî were dirûtin berê xwe da nexweşxaneyeke taybet a li Kerkûkê.

Li gorî ku xizmên wî dibêjin ji dêlva ku cihê birînê were pûçkirin bijîşkan tevê laşê wî pûç kiriye û ew ji hiş biriye.

“Sedema mirina wî ev bijîşk e”

Birayê Selah Cebar ê bi navê Ferhan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re bi vî awayî behsa bûyerê kir:

“Li gorî me sedema mirina wî ev bijîşk e, hemû laşê birayê me pûç kiriye çimkî ew ji hiş biriye.

Bijîşk piştî ku tehlîlên wî hatin girtin got, ‘Ez dê ameliyata wî bikim û dê di nava satekê de derkeve.’

Piştre em pê hesiyan ku bijîşkan ew veguhastiye beşa nexweşiyên giran û tevên bijîşkan çûne serê û wan derî girtiye.

Em çend demjimêran li ber derî rawestiyan lê paşê em pê hesiyan ku miriye.”

Xizmên Selah giliyê wê nexweşxaneyê û bijîşkên pêwendîdar kiriye.

Nexweşxaneyê jî bi tohmeta ku “wan li bijîşkan daye” giliyê xizmên wî kiriye.

Li aliyê din, Ofîsa Tenduristiyê ya Kerkûkê ji bo zelalkirina bûyerê lijneyek ava kiriye û lêkolînên lijneyê didomin.

Rêvebirê Tenduristiyê yê Kerkûkê Ziyad Xelef amaje bi wê lijneyê da û got:

“Me mînakên tehlîlan wergirtin, em li benda bersiva tiba dadî ne. Bi destûra Xwedê dê xemsar bi awayê herî giran werin cezakirin.”

Li Kerkûkê bi tevahî şeş nexweşxaneyên taybet hene, meha borî ji ber xerabiya şert û mercên wan sisê ji wan hatin cezakirin û dê du mehan girtî bimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst