‘Çaya germ dibe sedema penceşêra qirikê’

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî pisporan divê mirov çaya zêde germ venexwe ji ber ku dibe sedema penceşêra qirikê.

Li parêzgehên Erzirom, Wan, Agirî, Mûş, Bedlîs û Erzinganê yên Bakurê Kurdistanê û Bayburta Tirkiyeyê 4 akademîsyenan 25 salan li ser 742 mêr û 720 jinên ku bi nexweşiya penceşêra qirikê ketine lêkolînek kir.

Piştî lêkolîna wan derketiye holê ku ji sedî 85ê wan ji ber vexwarina çaya germ bûye.

Mamostayê Zanîngeha Ataturkê ya Erziromê Prof. Dr. Atîlla Eroglu got:

“Dema çay dikele germahiya wê 94-95 pile ye, dema tu dixî nav îskanê dibe 90 pile, dema tu şekir davêjî, tev didî dibe 85 pile.

Xeyal bikin rojane 10-20 îskan çaya 85 pile germ di boriya xwarinê ya gelekî hesas re tê vexwarin.

Di boriya xwarinê de zererên mezin çêdibin û dibe birîn. Parastina di wê boriyê de namîne û dibe sedema penceşêra qirikê.”

Pispor dibêjin, çay piştî hat dagirtin divê 3-4 deqeyan bimîne û di germahiya jêr 65 pile de were vexwarin.

Li gorî lêkolînên wan akademîsyenan çaya germahiya wê ser 65 pileyan re li gorî ya bin 65 pileyan re rêjeya penceşêra qirikê 8 qat zêde dike.

Di nav kesên ku rojê 15-20 qedex çay vedixwin de rêjeya penceşêra qirikê li gorî yên kêm vedixwin gelekî zêde ye.

“Qurta destpêkê ya çaya germ gelekî xweş e”

Welatiyê bi navê Kadir Ozgun anî ziman:

“Erzurum cihekî sar e, ew qurta destpêkê ya çaya germ gelekî xweş e.”

Welatiyê bi navê Mehmet Akîf Ersoy jî got:

“Em çayê germ vedixwin û gelekî vedixwin. Em sibehê, nîvro, êvarê û heta derengiyê şevê çayê vedixwin.”

Pispor dibêjin li Ewropa û Amerîkayê sedema sereke ya penceşêra qirikê obezîte û reflu ye lê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xwarin û çaya germ e.