QAMIŞLO - Barhilgirek û otobuseke xwendekaran li hev qelibîn: 4 kesan canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Di qezayeke trafîkê ya li ser rêya di navbera Qamişlo û Hesekê de 4 kesan canê xwe ji dest da.

Piştî nîvro, li ser rêya navdewletî ya di navbera Qamişlo û Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê de, barhilgirek û otobuseke kompanyaya Hewlêrê ya veguhestina xwendekaran li hev qelibîn.

Li gorî çavkaniyên bijîşkî di encama qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest daye, 26 kes jî birîndar bûne.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên Hesekê.

Navên 4 kesên ku di bûyerê de canê ji dest daye:

- Ferîd Ekrem Hesêyê 36 salî, bavê zarokekî ye.

- Mîlan Dirêî, xwendekara Fakulteya Aboriyê ya Zanîngeha Firatê ye

- Lîrenda Mûzefer Şabo, xwendekara kolêja zanistî ye

- Hanî Ehmed Hemze.