Nêçîrvan Barzanî teqînên Kirmanê şermezar kirin

03-01-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Kirman Teqîn Şermezarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê teqînên li bajarê Kirmanê yê Îranê ku di encamê de zêdetirî 100 kesan canê xwe ji dest da şermezar kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser teqînên di bibîranînên salvegera 4em a kuştina Qasim Silêmanî de daxuyaniyek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de got:

“Em teqînên terorîstî yên ku îro bajarê Kirmanê ya Komara Îslamî ya Îranê kirin armanc û di encamê de bi dehan welatiyên Îranê canê xwe ji dest da û birîndar bûn, şermezar dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herwiha anî ziman:

“Em sersaxiyê ji serkirde, hikûmet û gelê dost ê Komara Îslamî ya Îranê re dixwazin û hevsoz û hevxemê wan in.”

Li eyaleta Kirmanê ya Îranê li nêzîkî gora Qasim Silêmanî di nav kesên ku ji bo bibîranîna Qasim Silêmanî kom bûbûn de teqîn çêbûn.

Medyaya dewletê ya Îranê ragihand ku teqînên li Kirmanê êrişên terorîstî ne.

Hat ragihandin ku du teqîn çêbûne û di navbera wan de 10 xulek hebûne.

Di wan her du teqînan de 103 kesan canê xwe ji dest da û 188 kes jî birîndar bûne.

Qasim Silêmanî di 3yê Kanûna Paşînê ya 2020î de ji aliyê Amerîkayê ve li Bexdayê hatibû kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst