HEZKURD: Em dê ji bo ziman û gelê xwe xizmetê bikin

03-01-2024
RÛDAW
Nîşan HEZKURD DILKURD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Navenda Tevgera Zimanê Kurdî (HEZKURD) got, “Bila bê zanîn ku HEZKURD, bi hemû hêz û enerjîya xwe ya ciwan, neteweyî û Kurdistanî li ser kar û erkê xwe ye.”

Navenda Tevgera Zimanê Kurdî (HEZKURD) bal kişand ser xebatên zimanê Kurdî û got, “Divê xebatên ziman li bajarên Kurdan bên meşandin.”

Grûpeke dildarên zimanê Kurdî yên ku ji HEZKURDê veqetiyane, bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew dê di bin navê Komeleya Dildarên Zimanê Kurdî/DILKURD de xebatên xwe bidomînin.

HEZKUDê li ser vê biryarê daxuyanî da û got, “Her kî ji zimanê Kurdî û gelê Kurd re xizmetê bikin dê daxwazên me yên serkeftinê, ji bo wan berdewam bin.”

Daxuyaniya HEZKURDê wiha ye:

“Tê zanîn ku 15ê Çiriya Pêşîna 2020an, bi beşdariya hemû fikir, raman, bîrdozî û ayînên cur bi cur me Tevgera Zimanê Kurdî HEZKURD ava kiribû.

Me bi vê re dest bi xebatên xwe yên ji bo Zimanê Kurdî û neteweya Kurd kiribû.

Ev beşdariya berfireh a ji fikrên cur bi cur, her çiqas kelecanek dabe jî di xebatên pratîkî de bû sedema hin nakokiyên biçûk.

Ji ber wê, kesên ku cara yekem beşdarî xebatên me bûne, ji me cuda bûn û li Stenbolê komeleyek ava kirin. Serokê wê komeleyê jî Suphî Ozgen bû.

Me jî wekî tevgera girseyî û navendî, daxwazên xwe yên serkeftinê û alîkariyê ji wan re ragihand.

Îro dîsa ji ber cudabûna prensîbên xebatên me, hinek hevalên me ji tevgera me ango ji HEZKURDê cuda bûn û ji xwe re li Stenbolê komeleyeke nû vekirin. Komeleya wan bi nave DILKURDê ye.

Em wekî tevgera girseyî û navendî dibêjin, em serkeftina komeleya nû ango komeleya DILKURDê dixwazin ku ji bo zimanê Kurdî û neteweya Kurd xizmetê bike.

Hêvî û daxwazên me jî ew in ku ji bo pêşvebirina xebatên zimanê Kurdî û statûya zimanê Kurdî, hejmara sazî, rêxistin, tevger û komeleyên zimên zêdetir bibin.

Em bang dikin ku her çiqas karên bi vî rengî yên li bajarên Tirkiyeyê girîng bin jî divê xebatên kolektîf û bi vî rengî li welatê me û li bajarên Kurdistanê bimeşin.

Bila bê zanîn ku HEZKURD, bi hemû hêz û enerjiya xwe ya ciwan, neteweyî û Kurdistanî li ser kar û erkê xwe ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst