Agirî: Di salekê de 213 hezar kes çûne Qesra Îshaq Paşa

03-01-2024
RÛDAW
Qesra Îshaq Paşa/Wêne: Rawîn Stêrk, Rûdaw
Qesra Îshaq Paşa/Wêne: Rawîn Stêrk, Rûdaw
Nîşan Qesra Îshaq Paşa Geştyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji nimûneyên zindî yên dîroka Kurdan, Qesra Îshaq Paşa ji sedsala 17an ve li hember demê li ber xwe dide.

Qesra Îshaq Paşa li navçeya Bazîdê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê bi mîmariya xwe ya  balkêş û kevnar roj bi roj zêdetir balê dikişîne ser xwe û rojane çend grûpên geştyariyê berê xwe didin wir.

Rêbera tûrên geştyariyê Nur Duymazê got:

“Ez bi profesyonelî rêbertiya tûrên geştyariyê dikim. Em her geştê tên vê derê.

Mêvanên me bi piranî ji Stenbol û Enqereyê bi balafiran tên û ji dîtina Qesra Îshaq Paşa pir hez dikin.”

Kompanyayên geştyariyê ji bajarên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 4 demsalan geştan ji bo vê derê saz dikin.

Ji derveyî welat jî hejmareke zêde ya geştyaran bi rêya wan geştan berê xwe didin Qesra Îshaq Paşa.

Di serdema Îshaq Paşa de hatiye temamkirin

Geştyarê bi navê Volkan Ozer anî ziman:

“Em ji Holendayê hatin. Tûra me ji Stenbolê dest pê kir. Me li Agiriyê cihên gelekî xweşik dîtin.

Bi taybetî me Çiyayê Agiriyê û heybeta wî dît. Berf jî hebû. Ev der jî pir xweş e. Bi taybetî bilindahiya wê û mîmariya wê pir balkêş e.”

Qesra Îshaq Paşa di lîsteya demkî ya mîratên cîhanê ya UNESCOyê de ye.

Kevirê bingehîn ê qesrê sala 1685an hatiye danîn lê piştî 99 salan, sala 1784an di Serdema Îshaq Paşa de hatiye temamkirin.

Helbestvan û zanyarê mezin ê Kurd Ehmedê Xanî jî demekê tê de sernivîsarî kiriye û perwerde daye.

Li gorî amarên fermî sala 2023yan 213 hezar geştyarên navxwe û biyanî çûne wir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst