Li Amedê agir bi malekê ket: 5 kes bi jehrê ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezanê ya Ameda Bakurê Kurdistanê, agir bi malekê ket û di encamê de dayikek û 4 zarokên wê bi jehrê ketin.

Li Taxa Muradiyeyê ya navçeya Rezanê, şeva borî ji ber sedemeke nediyar agir bi malekê ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Di encama agir de dayik û 4 zarokên wê ji ber dûkelê bi jehrê ketin.

Tîmên tenduristiyê ew veguhastin nexweşxaneyê.

Herwiha ji ber agir kelûpelên malê zerereke zêde dît.