VIDEO - Li Hewlêrê zarokekî biçûk ji bo danserekê pere dike şabaş, klûb hat girtin

03-01-2023
RÛDAW
Wêneyê wî zarokî û danserê ku dîmenên wê li ser torên civakî gelek belav bûye.
Wêneyê wî zarokî û danserê ku dîmenên wê li ser torên civakî gelek belav bûye.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê Iraqê ragihand, zarokê ku di klûbeke şevê de pere bi ser semakerekê (danserekê) de kiribûn şabaş, niştecihê Hewlêrê ye û klûba navborî jî hat girtin.

Dîmenek li ser torên civakî bi awayekî berfireh belav bûye, ku tê de zarokekî biçûk li kêleka danserekê di klûbeke şevê de tên dîtin ku gelek pere di destên wî de ne û weke şabaş pereyan li ser serê wê danserê dibarîne.

Ew dîmen bûye sedema gelek bertekan û Polîsê Iraqê derbarê bûyerê de daxuyanî da.

Rêveberê Polîsê Civakî yê Iraqê, Emîd Xalib Etiye ji Rûdawê re ragihand, “ew zarokê di dîmeneke vîdyoyî de li nav klûbeke şevê tê dîtin û pereyan davêje, li klûbeke şevê ya li Hewlêrê ye û ew zarok ji neteweya Ereb e û li vî bajarî dijî.”

Xalib Etiye got, “Klûba ku dîmen lê hatiye girtin, klûbeke bi navê Lomeridian a li Hewlêrê ye. Ew zarok jî zarokê malbateke Ereb e ku li Hewlêrê dijîn. Di vê derbarê de hêzên Asayîşa Herêma Kurdistanê tedbîrên pêwîst wergirtin. Zarok mexdûr e û eger tedbîrek were wergirtin, divê li dijî dê û bavê wî bê kirin.”

Li gor zanyariyên Rûdawê, Komîteya Qaymeqamiya Hewlêrê bi alîkariya hêzên emnî, îro Sêşemê 3ê Çileya 2022an ew klûba şevê girtine.

Qaymeqamû Hewlêrê, Nebez Ebdulhemîd îro ji Rûdawê re ragihand, xwediyê wê klûba şevê hatiye cezakirin û klûb heta demeke ne diyar hatiye girtin.

Bi gotina Qaymeqamê Hewlêrê jî, zarokê ku di dîmenan de şabaşê dide, bi eslê xwe ereb e û xelkê parêzgeheke din a Iraqê ye.

Rêveberê Polîsê Civakî yê Iraqê, Emîd Xalib Etiye doh 2ê Çileya 2023an wêneyeke ji dîmenên vîdyoyê li ser twittera xwe belav kiriye û ragihandiye: “Ji kerema xwe her kesê ku wî zarokî nas dike, têkildarî nav û adres û navê klûbê bide me.”

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst