Li Zanîngeha Urmiyê 50 xwendekar ji xwendinê tên bêparkirin

03-01-2023
RÛDAW
Li Zanîngeha Urmiyê 50 xwendekar ji xwendinê tên bêparkirin
Li Zanîngeha Urmiyê 50 xwendekar ji xwendinê tên bêparkirin
Nîşan Zanîngeha Urmiyê Xwepêşandan Xwendekar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li zanîngeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê 50 xwendekar rê bi wan nayê dayîn ku vegerin zanîngehê û ji xwendinê tên bêparkirin. Hevdem 50 welatiyên xelkê Pîranşarê li girtîgeha Nexede hatine girtin û çarenivîsa wan nediyar e.

Rojnameya Şerq a Îranê ji zimanê çavkaniyeke agehdar ve belav kiriye ku rê bi 50 xwendekarên zanîngeha Urmiyê nayê dayîn vegerin zanîngehê. Herwiha hat ragihandin ku berpirsên zanîngehê jî ji bo çareseriya pirsgirêka xwendekaran şopandineke wesan nekirine, tenê ji bo çend kesan telefon kirine.

Li gorî çavkaniyê sedema rêgirî li wan xwendekaran, beşdarî xwepêşandan û mangirtina Zanîngeha Urmiyê bûne.

Hevdem ajansa Kurdpa belav kiriye ku 50 welatiyên xelkê Pîranşarê li girtîgeha Nexede hatine ragirtin û çarenivîsa wan ne zelal e.

Ajansa Kurdpa diyar kir ku dozger û Îtilaata Pîranşarê li dijî azadkirina bi kefalet ya wan welatiyan in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst