Li Serê Kaniyê welatiyekî Sûriyê ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku li bajarê Serê Kaniyê dema welatiyekî Sûriyê dixwest derbasî aliyê Tirkiye bibe, ji aliyê cendirmeyên ser sînor ve hat armanckirin û di encam de canê xwe ji dest daye.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR), roja 2ê Çileya 2023an li bajarê Serê Kaniyê dema welatiyekî Sûriyê yê xelkê Dêre Zorê dixwest bi rêya çekdarên grûpa Ehrar el-Şerqiye derbasî aliyê Tirkiye bibe, ji aliyê cendirmeyên ser sînor ve hatiye armanckirin û di encam de canê xwe ji dest daye.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov dibêje, ji destpêka sala 2022an û heta niha, 23 welatiyên Sûriyê li sînorê hevbeş ê Sûriye-Tirkiyê ji aliyê cendirmeyên Tirkiye ve hatine kuştin, di nav de jinek û 3 zarok hene, herwiha ku 26 kes jî birîndar bûne û 3ê ji wan zarok in.

Heman çavkaniyê ragihand ku ev bûyera yekem e di sala 2023an de.