Li Amedê polîsan li ciwanekî Kurd ku dixwest bigihîje nimêjê dan
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezan a parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê polîsan li ciwanekî Kurd ku dixwest bigihîjhe nimêjê dan. Parêzgariya Amedê ragihand ku 2 polîsên tevgera taybet ên ku hat tespîtkirin li navçeya Rezanê li dijî ciwanê bi navê Emre Elaltunterîn tundî bi kar anîne ji wezîfeyê hatin dûrxistin û derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Li navçeya Rezan a Amedê ciwanê bi navê Emre Elaltunterîn dema ku diçû nimêja şevê ji aliyê polîsên tevgera taybet ve ji bo kontolê hat rawestandin, ji ber ku got ji nimêjê dereng maye rastî lêdanê hat. Piştî belavbûna dîmenên tundiya polîsan li ser medya civakî, bû sedema bertekan.
Li gorî dîmenan li ser pirsa polîsan a “Tu ji çiyê xwe bawer dikî”, Elaltunterin jî got “Ez ji Xweda bawer dikim”, piştre polîs şîmaq lê dixin.
Parêzgariya Amedê di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand “2 personelên ku hat tesbîtkirin ku dema hewl dane kes bi hêza xwe bêbandor bikin hêzeke bê hevseng bi kar anîne, ji kar hatin dûrxistin û der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin.”
Ciwanê Amedî ji polîsan re: Ez bi Xwedê bawer im
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 3, 2023
Li navçeya Rezanê ya #Amed'ê ciwanê #Kurd Emre Elaltunterin ji aliyê polîsan ve tê rawestandin, li ser pirsa polîsan a “Baweriya te bi çi heye” wî gotiye,“Ez ji Xwedê bawer im” û polîsan zile lê dane.
Bêtir:https://t.co/EKiP9f6oYy pic.twitter.com/t7Hepf3g5V