Besê Hozat: Lihevkirina bi Enqerê re ji bo Şamê dê bibe xwekuştina siyasî

03-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêvebira payebilind a PKKê Besê Hozat diyar kir ku guhertina siyaseta Tirkiyê ya li ser Sûriyê ne taktîk e û got: “Tirkiye niha di guhertineke wiha re derbas bûye. Armanca Tirkiyê bi lihevkirina rejîmê (Sûriyê) re  tasfiyekirina şoreşa Rojava û hilweşandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat ji medyaya nêzîkî PKKê re axivî û mijarên di rojevê de ne nirxand.

Besê Hozat got “Civîna li Moskowê pir girîng e. Divê em vê hevdîtinê bi awayekî piralî binirxînin û fêm bikin.” û bi bîr xist ku berî vê pêvajoyê, di Tîrmeha sala borî de li Tehranê di navbera Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn û Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî de lûtkeya sêalî hatibû lidarxistin û piştî hefteyekê jî li Soçiyê lûtke hatibû lidarxistin.

Hozat diyar kir ku Serokê MÎTê Hakan Fîdan û Serokê Îstîxbarata Sûriyeyê Elî Memlûk gelek caran hevdîtin kirine û got: “Aliyan gav bi gav gotin ku dê di navbera Şam û Enqeê de pêvajoyeke pêwendiyê dest pê bike. Gav bi gav wê pêvajoya danûstandin, çareserkirin û  lihevkirin pêş dikeve. Tirkiye jî bi germî nêzî vê yekê dibe. Şam jî amadekariya vê yekê dike. Hem Rûsya û hem Îranê jî gotin ku ew pêşwaziya siyaseteke wiha dikin.”

"Rûsya Kurdan ji bo hesabên xwe yên qirêj bi kar tîne"

Hozat diyar kir ku Rûsya ji ber şerê Ûkraynayê di rewşeke gelekî dijwar de ye û ji ber vê yekê dixwaze Tirkiye ku endamê NATOyê yeli kêleka xwe bihêle û ji ber vê yekê jî "ji bo Kurdan gelek tawîz dane û got: “Rûsya siyaseteke wisa qirêj dimeşîne. Ji bo hesabên xwe yên qirêj kurdan wekî amûrek bikar tîne û dike qurbana wan.”

"Pêşvebirina têkiliyên bi Şamê re ji bo Tirkiyeyê ne taktîk e"

Besê Hozat got, ji destpêkê ve Rûsya û Îran hewl didin Enqere û Şamê li hev bikin û wiha pê de çû: “Bi vî awayî dixwazin Şam bibe serdestê hemû Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di çarçoveya mafên çandî de hin maf ji Kurdan re were dayîn. Li ser vê bingehê siyasetek meşandin.”

Hozat diyar kir ku Tirkiye gotûbêjên bi Şamê re qebûl kiriye û got: “Niha hinek dibêjin Tirkiye ji ber hilbijartinan bi Şamê re dicive. Yên ku dibêjin ev taktîk e hene. Lê ev ne taktîk e. Helbet armanca wan serkeftina hilbijartinan e. Ev polîtîka dê xizmeta hilbijartinan jî bike. Ew ji sedî sed e. Jixwe Rûsya jî dixwaze Erdogan di hilbijartinên Tirkiyê de bi ser bikeve, ji bo vê jî dixebite.

Ji ber vê yekê ew taktîkî ye? Na, ew ne taktîkî ye. Teqez. Tirkiyê siyaseta xwe ya Sûriyê guhert. Armanca ji lihevkirina Sûriyê  tasfiyekirina şoreşa Rojava û hilweşandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

‘Hewl didin Rojava radest bikin’

Hozat anî ziman ku Îran ji ber ku naxwaze Tirkiye li Sûriyeyê bibe hêzeke hegemonîk, li hemberî pêvajoyê hişyartir e û got: “Rûsya jî siyaseteke bi vî rengî dimeşîne: Her tim hewl dide dewleta Tirk, bi rêya gefxwarinê, weke amûreke zextê li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser bi kar bîne, radestî rejîmê bike. Hewl dide wan bi rejîmê razî bike. Hewl didin Rojava û şoreşê radest bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst