Du dozger derbarê qezaya Mêrdînê de lêpirsînê dikin

03-01-2023
Abdulselam Akinci
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Mêrdîn Bûyera Trafîkê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê minîbûsek wergeriya û di encamê de 6 kesan canê xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn. Di derbarê bûyerê de ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê ve lêpirsîn hatiye destpêkirin û du dozger hatin erkdarkirin.

Di duyemîn roja sala 2023an de (2ê Çileya 2023) li parêzgeha Mêrdînê li ser rêya navçeyên Midyadê û Mahsertê minîbûsek ku rêwîyên wî fermanberên saziyên fermî bûn û ji Midyadê diçûn ser kar wergeriya.

Qeza li ser rêya sereke ya Midyad û Mêrdînê û li nav gundê Xirbê Teêw qewimî û mudaxeleya ewil ji aliyê şêniyên wî gundî ve hat kirin. Di bûyerê de 6 kesên bi navên Fatma Kaya, Buşra Keleş, Kamuran Onen, Abdullah Macit, Yusuf Tunç û Rûken Adam canê xwe ji dest dan û 5 kesên bi navên Fikret Akiba, Tûrkan Dag Hamza Altun, Mehmet Ali Çalışkan, Abdulcelil Çetin jî birîndar bûn.

Birîndar li nexweşxaneyên Midyad û Mêrdînê di bin tedawiyê de ne û rewşa wan baş e. Di derbarê bûyerê de ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê va du dozger hatin erkdarkirin û lêpirsîn berdewam e.

Mixtarê Gundê Xirbê Teêw, Ekrem Erdogan ji Rûdawê re ragihand, “Çêbûna qezayê me nedît. Piştî qeza bû em bezyan hatin me birîndaran ji erebê derxist gundîyan hemû bi hev re. Me birîndaran xist ambulansê. Yên mirî jî dozger hat, hakim hat, polîsên trafîkê hatin. Belgenameyên xwe girtin û cenaze birin.”

Mehmût Bûlût, Şêniyê gundê Xirbê Teêw jî dibêje, “otomobîl ji wî alî bilez dihat. Heke leza wan ne zêde ba yên lingê xwe ji gazê bilind bikirina wê hêdî hêdî xwe bigihandana derek ewle.”

Qezaya trafîkê li tixûbê gundê Xirbê Teêw ê ser Mahsertê ve qewimî.

Cenazeyên 6 qurbaniyên ku ji Midyad û gundewarên Mîdyadê bûn piştî otopsîkirinê li goristanên cuda yên Mîdyadê hatin veşartin.

Diya Buşra Keleş yek ji qurbaniyên bûyerê ji bo keça xwe ya ciwan dilorîne û dibêje, “Li Omerliyê li ber destê miduran kar dikir, 23 salî bû.”

Fatma Adam, diya Rûken Adam qurbaniyeka din a qezayê jî bi dilekî şikestî dibêje, “Ma ezê çi bêjim, xwedê da û xwedê bir. Qeza ye ka ezê çi bêjim.”

Mesûde Adam, xwîşka Rûken Adam jî got, “Hêj ciwan bû, hêj du meh bûn ketibû kar. Yanî zû çû, zû çû.”

Ji 5 birîndarên qezayê 3 ji wan li Nexweşxaneya Mîdyadê û 2 ji wan jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê tên dermankirin û li gor zanyariyan rewşa wan baş e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst