Malbateke Kurd gurek kedî kirine; Dolme, Hejîr û Tirî dixwe

03-01-2022
RÛDAW
Saman Ebdullah dibêje, dema gur çêliyeke yek mehî bûye, wî ew dîtiye û li malê xwedî kiriye.
Saman Ebdullah dibêje, dema gur çêliyeke yek mehî bûye, wî ew dîtiye û li malê xwedî kiriye.
Nîşan Kurdistan Kurd Xelîfan Hewlêr Gur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Malbateke Kurd li gundekî nahyeya Xelîfanê ya ser bi qezaya Soran a parêzgeha Hewlêrê ve, gurekî kovî her ji temenê yek mehî ve li malê kedî kiriye û rojane xwarinên ku li malê çê dikin didin wî gurî. Herwiha gurê kedî hînî xwarina Dolme, Tirî û Hejîr bûye.

Li gundê Kelekînê yê nahyeya Xelîfanê li ber deriyê her malekê ku bi karê cotkarî û ajeldariyê ve mijûl in, hema hema kûçikek heye, lê Saman Ebdullah û malbata wî gurekî kovî xwedî dikin.

Bi gotina Saman Ebdullah, wî li nêzîk gund ew gurê sêwî dît ku wê demê çêliyeke yek mehî bûye û ew biriye malê û xwedî kiriye û niha ew gur bûye gurekî kedî.

Saman Ebdullah ji Rûdawê re ragihand: “Yek mehî bû min li jorî gundê me dît û ez hatim min şîr jê re bir û min xwedî kir, niha temenê wî gurî salek û du meh e. Her dem demên min ên xweş lîstina li gel wî gurî ye.”

Di navbera biraziyê Saman Abdullah ê 3 salî Mihemed û gur de hevaltiyeke nêz heye. Malbata wî niha di wê baweriyê de ne ku gur zirarê nade wî. Ji ber ku Mihemed û gur bi saetan dilîzin.

Saman Ebdullah herwiha behsa xwarinên wî gurî dike û dibêje, “Ji biçûkî ve me wisa hîn kiriye ku her tiştek li malê hebe wê dixwe, heman wê xwarinê dixwe ku dayika min bo malê amade dike, wek mînak îro Dolme hebû û xwar. Ji fêkiyan jî gelek ji Hejîr û Tirî hez dike.”

Dema ku Mihemed û Saman li cem gurê kedî bin, kesên din jî dikarin nêzîkî gur bibin, lê belê eger kesekî nas neke eger heye ku êrişî wî bike.

Welatiyek bi navê Sûrçî Ebdullah dibêje, “Kesekî nas neke destpêkê bêhn dike, gelek caran renge êriş jî bike, lê belê eger du sê caran biçî cem wî û xwarinê bidî wî, dê te nas bike û tiştekî nabêje te.”

Ew gur tevî ku hatiye kedîkirin, bi roj bi zincîrekê tê girêdan, ji ber ku di kolanên gund pez û sewal hene û êrişî wan dike, lê bi şev azad e û pasevaniya malê dike.

Rapor ji aliyê Bextiyar Qadir ve hatiye amadekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst