Mesrûr Barzanî ji bo pilingê birîndar ferman da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ji bo girîngîdana bi tendirustiya pilingê ku li Zaxo ji aliyê welatiyan ve hatibû armanckirin û birîndarkirin, Parêzgarê Duhokê raspard.

Çavkaniyek ji Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî Parêzgarê Duhokê Elî Teter ji bo ku girîngî bi tendirustiya pilingê li herêma Badînan bi birîndarî hatibû girtin, raspard.

Rewşa tendirustiya piling

Li gor gotina çavkaniyê Encûmena Wezîran, “Tîmeke pizîşkî mijûlî çareserkirinê ye û piştî ku rewşa piling baş bû, dê bo nav sirûştê bê berdan.”

Roja Yekşemê, 02/01/2022, Fermandarê Hêza Duhok a Pêşmerge ya Parastina Jîngehê ji Rûdawê re ragihand, ew ji nêzîk ve çavdêriya rewş piling dikin û rewşa tendirustiya wî baş e.

Ew piling roja 29ê Berfanbarê li Zaxoyê di xefika nêçîrvanan de hatibû girtin û ji aliyê polîsên Rêveberiya Xweza û Daristanan ve hatibû rizgarkirin û ji bo dermankirinê bo Duhokê hatibû veguhestin.

Nerazîbûna jîngehparêzan

Dîmenên pilingê birîndar ku lingekî xwe ji dest daye û şêwazê veguhestina wî bo Duhokê bûbû sedema cihê nerazîbûna jîngehparêzan.

Berpirsê Projeya Parastina Pisîkên Kovî li Kurdistanê Hana Reza ji Rûdawê re nêzîkatiya polîsên Rêveberiya Xweza û Daristanê rexne kiribû.

Reza gotibû, “Piling 4 rojan di rewşeke birîndar de di xefikê de asê mabû. Ji bo rizgarkirina piling tîmên bê ezmûn hatin şandin. Li aliyê din piştî ku hat rizgarkirin, li pêşberî raya giştî hat veguhestin. Pêwîst bû hikûmetê rê bi vê yekê nedaba.”