VIDE0 - Serbazgeha Tirkiyê hat mûşekbarankirin

Hewlêr (Rûdaw) - Binkeya serbazî ya Tirkiyê ya li nêzîkî nahiya Zêlkan a ser bi Şêxanê ve şeva derbasbûyî bi 9 mûşekan hat armancgirtin.

Rêveberê nahiya Zêlkanê Mihemed Emîn ji Rûdawê re ragihand ku şeva derbasbûyî demjimêr 12.00, 9 mûşek arasteyî serbazgeha Tirkiyê hatin kirin ku binke li nêzikî wê nahiyê ye.

Mihemed Emîn ji peyamnêrê Rûdawê Eyûb Nisrî re eşkere kir, “Ew mûşek ji herêma dikeve başûrê wê serbazgehê ve hatine arastekirin û li derdora serbazgehê ketin xwarê, ziyaneke canî nebûye.”

Binkeya serbazî ya artêşa Tirkiyê ya li Zêlkanê ku dikeve bakurê çiyayê Başîk, sala 2015an hat avakirin û wê demê meşq û rahênan bi Hêza Heşda Wetenî dihat kirin ku hêzeke Sunne ya Iraqî ye û ji bo rûbirûbûna DAIŞê dihat amadekirin.