Li Urmiyê piştî 700 rojan dîsa navenda kaşûnê hat vekirin

03-01-2022
RÛDAW
Li Urmiyê navenda kaşûnê hat vekirin
Li Urmiyê navenda kaşûnê hat vekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Navneda kaşûna ya Urmiyê ku ev nêzîkî du salan bû ji ber belavbûna vîrusa coronayê girtibû, dubare hat vekirin.

Bi biryara Lijneya Kaşûnê li Urmiyê ev 700 roj bûn li wê parêzgeha Rojhilatê Kurdistanê navenda kaşûnê bi sedema belavbûna vîrusa coronayê hatibû girtin.

Endamekî kurd ê Encûmena Parêzgeha Urmiyê ku serokê wê komîteyê ye, diyar kir ku wan biryar daye ji berê bêtir giringî pê navenda kaşûnê were dan.

Navenda kaşûnê ya Urmiyê ku tekane cih e ji bo wê werzîşa li ser berfê ji sala 1989an û vir ve li ser rûberê 50 hezar metreçargoşeyî hate avakirin. Piraniya alav û kelûpelên wê navêndê ew in ku di destpêka avakirinê de hatine danîn.

Navenda kaşûnê bi 30 kîlometreyan li rojavayê Urmiyê ye. Di betlaneya zivistanê de bi sedan mirovên ji bajar û deverên cuda diçin wê navendê.

Navenda kaşûnê tenê di roja înê û betlaneyê de vekirî ye. Hezkiriyên kaşûnê dikarin ji saet 09:00an heta 16:00ê êvarî biçin serdan bikin. Herwiha li wê derê kesên ku bixwazin dikarin xwe fêrî kaşûnê jî bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst