Galeriya wêneyan

03-01-2021
15 Photos
Bilind T. Abdullah

Hewlêr (Rûdaw) – Îro Rêxistina Dîdara Aştî li Kela Hewlêrê bi amadebûna çend kesayetên Kurd, Ereb, Tirkmen û Krîstiyan, gul li ser geştyaran û pêkhateyên Herêma Kurdistanê belav kirin. Rêxistina Dîdara Aştî ragihand, ev karê wan “peyama pêkvajiyanê” ye û ew li dijî her destdirêjiyekê ne bo ser geştyaran.

Belavkirina gulan li ser geştyaran piştî wê yekê hat, ku di ahenga sersala 2021 de li Hewlêrê hejmarek ji ciwanan êrişî hejmarek otubusên geştyarên Ereb kiribûn, ku ji bajarên navend û başûrê Iraqê ve hatibûne Hewlêrê û ji ber wê yekê alozî çê bibû.

Polîsê Hewlêrê jî ragihandiye, têkildarî êrişa ser geştyaran, hêzên wan 16 kes desteser kirine.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî jî bi tundî êrişa ser geştyaran şermezar kiriye.