Gever din bin berfê de ma

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê berfê jiyan rawestand. Herwiha li navenda Colemêrgê ji ber barîna berfê dibistanan navber dan perwerdeyê.

 

Berfa ku 3 rojan bê navber bariya, li navenda navçeya Geverê bilindahiya wê gehişte metreye û li deverên çiyayî jî 4 metre derbas kir. Li deverên çiyayî karûbarên vekirina rêyan berdewam in, tûnêlên ji berfê jî dîmenên balkêş derxistin holê.


Li Gevera Bakurê Kurdistanê Şemiya borî berfeke zêde bariya û heta roja Sêşembê berdewam kir. Ji ber berfa zêde rêyên 62 gund û 115 navçeyên niştecihbûnê hatin girtin.


Li Geverê bi taybetî deverên çiyayî bilindahiya berfê gehişte 4 metreyan û tûnêlên ji berfê jî dîmenên balkêş derxistin holê.


Tîmên vekirina rêyan li ser karê xwe berdewam in û aliyên peywendîdar jî dibêjin ku rêyên gelek gund û avahiyan hatine vekirin û ji bo vekirina rêyên gundên din jî kar û xebatên wan didomin.


Di heman demê de li navenda parêzgeha Colemêrgê jî ji ber barîna berfa zêde û bagerê tevahiya dibistanan îro Pêncşemê kirin behvedan.


Herwiha tê çaverêkirin ku dîsan barîna berfê destpê bike.