Tevgera Neteweyî ya Tirkmenî berbijêrê xwe ji bo Parêzgeha Kerkûkê destnîşan kir

Hewlêr (Rûdaw) - Tevgera Neteweyî ya Tirkmanî berbijêrê xwe ji bo serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê destnîşan dike.

 

Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Reid Ruşdî ragihand, Tevgera Neteweyî ya Tirkmanî di wê baweriyê de ye ku Bereya Tirkmanî, ji bo pêşkêşkirina berbijêrekî bo posta serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê 4 salan dereng maye.


Reid Ruşdî dibêje, Tevgera Neteweyî ya Turkumanî ew ji bo wê postê destnîşan kiriye.


Berî çend rojan endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, piştî derketina biryara dadgehê bi zindankirina Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî, ji bo zelalkirina vê babetê civiyan.


Ruşdî tekez jî kir ku posta Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê mafê Tirkmena ye û ew gotûbêjê li ser nakin.


Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi Wekalet, Rêbwar Talebanî berî niha ji Rûdawê re gotibû: "Yekşema borî (30.12.2018) Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi armanca dûrxistina min jî postê serokê encûmena parêzgehê civîneke şêwrê saz kirine, 10 endaman îmze kirine ku du ji wan ser bi Lîsteya YNKê ne bêyî agahdariya Lîsteya Birayetî, ligel 4 endamên Lîsteya Cepheya Turkmenî û 4 endamên Lîsteya Hevdîtina Komarî ya Iraqê, daku bikaribin di civîneke fermî de bi danîna cîgirê serokê encûmen wê pirsgirêkê çareser bikin."