HEWLÊR – Ji ber gaza sobê 3 kesan canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarokê Kelekê ya ser bi navçeya Xebat a Hewlêrê, ji ber sobeya bi gaz, ji malbatekî 3 kesan canê xwe ji dest da û kesek jî bi giranî birîndar bû.

 

Şeva derbasbûyî 02-01-2018, li bajarokê Kelekê ya ser bi navçeya Xebat a Hewlêrê, ji ber sobeya bi gaz an kû tûp, ji heman malbatî 4 kes jehrî bûn.

 

Ji wî malbatî kesên bi navê Se'dî Mehmûd Mihemmedê 38 salî, zarokekî 2 salî yê bi navê Eyan Seîd û jineka bi navê Şemsê Mihemmed Zahîr a 56 salî canê xwe ji dest dan.

 

Berdevkê Polîsên Hewlêrê Hogir Ezîz di vê derbarê de ji Rûdawê re ragihand, ku ji heman malbatê kesekî din jî bi giranî birîndar bûye.

 

Hogir Ezîz ji hemwelatiyan jî daxwaz kir, ku di dema razanê de sobeyên xwe yên bi gaz bigrin û paşî binivin.




 

Nivîsîn: Necmî Salih