Di navbera pêşmergeyên PDKÎ û leşkerên Îranê de şer derket
Hewlêr (Rûdaw) – Li nav axa Rojhilatê Kurdistanê di navbera pêşmergeyên PDKÎ û hêzên leşkerî yên Îranê de şer derket û li gorî çavkaniyên PDKÎyê di pevçûnan de 6 kes ji hêzên Îranê hatine kuştin.
Çavkaniyên xwecihî yên li navçeya Pîranşar a Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, şerê navbera hêzeke pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdisatana Îranê (PDKÎ) û hêzên Îranê de îro Çarşemî 3ê Çileya 2018ê û li gundê Zêwe yê ser bi navçeya Pîranşarê ve çê bûye.
Supaya Pasdaran a Komara Îslamiya Îranê jî çêbûna şer li Pîranşarê piştrast kir.
Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên Rojhilatê Kurdistanê ve, şerê navbera pêşmergeyên PDKÎ û hêzên ewlekariyê yên Îranê piştî nîvro çê bûye û heta demekê berdewam bûye. Heman çavkaniyan dan xuyakirin, ku piştî şer Supaya Pasdaran hêzeke mezin li navçeyê belav kir.
PDKÎ derbarê bûyerê de ragihandiye, şerê îro di navbera pêşmergeyên nav bajaran ên girêdayî vê partiyê û hêzên Îranê de derketiye.
Derbarê sedema çêbûna şer de jî PDKÎ dibêje, ji ber ku hêzên Îranê bi ser gundê Zêwe yê Pîranşarê de girtine û reftareke nebaş û kirêt li gel xelkê wî gundî kirine, pêşmergeyên nav bajar ên ser bi wê partiyê ve bertek nîşan dane û pevçûn derketiye.
Herwiha PDKÎ dibêje, di encama pevçûnan de 6 kes ji hêzên Îranê hatine kuştin.
Derbarê bûyerê de, Biryargeha Hemze Sêyêdûşuheda ya girêdayî Supaya Pasdaran a Îranê daxuyaniyek belav kiriye û têde çêbûna şer û pevçûnan li sînorê navçeya Pîranşarê piştrast kiriye.
Li gorî daxuyaniya Biryargeha Hemze Sêyêdûşuheda ya Supaya Pasdaran, di encama pevçûnên li gel endamên dijeşoreşê de 3 hêzên wan hatine kuştin.
Biryargeha Hemze Sêyêdûşuhedayê herwiha diyar kiriye, ku hêzên Supaya Pasdaran dest bi operasyona lêgerînê kirine û li dû berpirsên sereke yên kuştina her sê pasdaran digerin.