Hewaya Rojhilatê Kurdistanê pîs bûye

03-01-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Îlam Kirmanşan Rojhilatê Kurdistanê Pîsbûna Hewayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Birêveberiyên parastina jîngehê yên parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê hişyarî didin û dibêjin rêjeya pîsbûna hewayê gihiştiye asteke xeter, ku ev yek jî bandorê li tendurstiya mirovan dike.

 

Xelkê Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, niha eger rojekê hewa paqij be, ev yek destkefteke mezin e.

 

Li Rohjilatê Kurdistanê kargehên mezin nînin, ku hewa pîs bikin. Lê toz û xizbarîna salên dawiyê, hewaya parêzgehan jî pîs dike.

 

Li gorî rapora rêxistina Parastina Jingehê li Kirmanşanê, di 8 menên sala 2016ê de 35 roj hişyariya pîsbûna hewayê hatiye dayîn ku 2 roj metirsîdar bûye.

 

Herwiha li gorî rapora Jingeparêziya Sineyê jî di 9 mehên derbasbûyîd e tenê 11 rojan hewaya vê parêzgehê baş bûye, 89 roj xirab bûye, 68 roj jî ne tendurust bûye.

 

Li parêzgeha Urmiyê jî di salekê de28 roj hewa ne tendirust bûye û 32 roj jî paqij hatiye hejmartin. Rewşa Urmiyê li Serdeşt û Bokanê jî heman awayî bûye.

 

Li parêzgeha Îlamê 62 roj ne tendurust û tozbarîn bûye, 76 roj pîs bûye. Parêzgeha Îlamê nêzîkî çol û biyabana ye. ji ber vê jî metirsiya tozê zêdetir e.

 

Guhertina keşûhewa û rewşa ewlekariya Îranê sedeme ssereke ya pîsbûna hewa û barîna tozê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst