FLAŞ – Leşkerên Rûsyayê derbasî Taxa Şêx Meqsûd bûn

04-01-2017
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Rûsya Leşkerên Rûsya Heleb Taxa Şêx Meqsûd Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî zanyariyên ji nav bajarê Helebê yê Sûriyê, Rûsya hêzên xwe li Taxa Şêx Meqsûd a vî bajarî ku taxeke kurdî ye û di bin kontrola YPGê de ye, belav kir.

 

Çavkaniyekî agahdar ji bajarê Helebê yê Sûriyê ku nexwast navê wî were aşkerekirin, ji Rûdawê re ragihand, roja sêşemiyê 3î Çileya 2017ê, Rûsyayê hejmarek ji hêzên xwe li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê belav kir.

 

Li gorî vê çavkaniyê, “hejmara hêzên Rûsyayê yên ku li Taxa Şêx Meqsûd hatine bicih kirine, 40 kes dibe” û da xuyakirin, ku “hêzên Rûsyayê piştî bicihbûna li taxê, dest bi pêkanîna çend yekîneyên gerok bo parastina ewlehiyê li Taxa Şêx Meqsûd û deverên derdora wê taxê kirin.”

 

Heman çavkaniyê ji Rûdawê re aşkere kir, bicihkirina wan hêzên rûsî û pêkanîna yekîneyên gerok ji aliyê hêzên Rûsya ve, piştî wê yekê tê ku YPGê beşek ji hêzên xwe ji Binkeya Cadeya 20î ya Şêx Meqsûd vekişand û ewder teslîmî hêzên Rûsyayê kir.

 

 Li ser heman mijarê, berpirsekî leşkerî yê berê yê Sûriyê, emîd rukin Ehmed Rehal ku ji hikûmeta Sûriyê cuda bûye, di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Ketîbeyên Polîsê leşkerî yê Rûsyayê gihîştin bajarê Helebê, ku ew hêz girêdayî Lîwaya Erkên Taybet ên Rûsyayê ne, ku di sala 2015ê de, erkê dagîrkirina nîmçegirava Krîmayê bi wan hatibû spartin.”

 

Ehmed Rehal ku pisporê mûşekan di Artêşa Sûriyê de bûye, tekez kiriye: “Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn amadekariya şandina hêzên aştîparêz bo Sûriyê dike û bo wê yekê derî li pêşiya ciwanên rûsî, yên ku dixwazin herin Sûriyê, vekiriye.”

 

Rehal destnîşan kir: “Moskow dosyaya Sûriyê bi tena serê xwe birêve nabe, her weke ku di medyaya de tê gotin, lê belê ew bi rêya lihevkirina bi Washingtonê û paytextên ewropî birêve dibe.”

 

Derbarê bicihkirina hêzên leşkerî yên Rûsyayê li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê de, Berpirsê Desteya Ragihandinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Ewropayê Îbrahîm Îbrahîm jî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Bicihbûna hêzên Rûsya bo garantîkirina cîbicîkirina agirbestê û ji ber nebûna baweriya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi rejîmê ye, û ew yek li gorî rêkevtina navbera YPGê û hêzên rûsî de ye, ku wê projeyê cîbicî dike.”

 

Îbrahîm da zanîn, “li gorî zanyariyên ji Helebê ve, li gorî rêkevtinê, hêzên Rûsya dê bi dirêjiya xeta navbera rejîmê û Yekîneyên Parastina Gel werin belavkirin, û ew hêz dibin hêzên cudaker di navbera hêzên hikûmetê û YPGê de û li ser vî bingehê jî navendeke çavdêriyê û xeta cudakirinê ji aliyê hêzên Rûsyayê ve tê damezrandin.”

 

Moskowê pêştir ragihandibû, ku dê hêzeke 400 kesî ji Ketîbeya Taybet a Polîsê Leşkerî yê Artêşa Rûsyayê, bi mebesta parastina ewlehiya bajêr bişîne Helebê.

 

Bajarê Helebê di meha bihorî de ji aliyê Artşa Sûriyê û bi piştevaniya Rûsya û Îranê ji hêzên dijbereyê hat standin û çekdarên dijbereyê piştre bi navbeynkariya Tirkiyê û di çarçoveya lihevkirina Tirkiye û Rûsyayê, ji bajarê Helebê derketin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst