KURDISTAN - 8 zilam ji aliyê jinên xwe ve hatine kuştin

Silêmaniyê (Rûdaw) – Di sala 2016ê de bi giştî 583 bûyerên tundûtîjiya jinan li hember zilaman hatiye tomarkirin û 8 zilam jî ji aliyê jinên xwe ve, bi hevkariya hinek kesên din hatine kuştin.  

 

Yekîtiya Zilamên Kurdistanê di sala 2008ê de bi armanca parastina mafên zilaman li Herêma Kurdistanê hatiye damezrandin. Ev rêxistin her sal amarên tundûtîjiya jinan ên li hember zilaman kom dike.

 

Tundûtîjiya li hember zilaman zêde bûye

 

Li gorî amarên Yekîtiya Zilamên Kurdistanê, di seranserê sala 2016ê de bi giştî 583 bûyerên tundûtîjiya jinan li hember zilaman hatiye tomarkirin. Lê di sala 2015ê de tenê 526 bûyerên wiha hatine tomarkirin.

 

Li gorî amaran, 231 bûyerên piştî cudabûnê dest danîna jinan ya ser zarokan, 182 bûyerên destwerdana xizmên jinan ya nav malbatê, 56 bûyerên nepakiya hevjînî, anku xapandina zilam, 48 bûyerên guvaşa derûnî û tundûtîjiya seksî, 36 bûyerên derxistina zilam ji male, 17 bûyerên destdanîna ser meaşê zilam û 13 bûyerên destwerdena fîzîkî, hatine tomarkirin.

 

Sekreterê Yekîtiya Zilamên Kurdistanê Bûrhan Elî ji Rûdawê re ragihand, sedema zêdebûna tundûtijiya li hember zilaman û xwekuştina zilaman, krîza darayî ye û got; “Dema zilam îflas dike, ji aliyê jina xwe ve tê şkînandin an jî rastê tûndiyê tê. Ji ber vê zilam xwe dikujin.”

 

Li civaknas Merziye Omer dibêje; “Niha ji ber pêşketina teknolojiyê, torên civakî û xelekên fîlman çavên jinana vebûye û daxwaza mafên xwe dikin. Ji ber vê gelek caran li hember zilaman tûndiyê bikartînin.”

 

70 zilaman xwekuştiye

 

Li gorî amarên Yekîtiya Zilamên Kurdistanê, di sala 2016ê de jî 70 zilaman xwekuştiye. (22 kes li Hewlêrê, 19 kes li Silêmaniyê, 14 kes li Kerkûkê, 9 kes li Duhokê û 6 jî li Helebceyê bûne.)  Lê li gorî nûyenên medyayê ev hejmar gelek zêdetir e.

 

 

Bûrhan Elî dibêje, ji bilî xwekuştina zilaman, rojane 3 zilam ji ber pirsgirêkên civakî tên kuştin.