Li Şirnexê hêzek nû hat avakirin: YPS

03-01-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Şirnex (Rûdaw) – Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, hêzek bi navê “Yekîneyên Parastina Sivîlan” (YPS) hat ragihandin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, duh li navçeya Hezexê ya Şirnexê, komek kesên çekdar bi merasimeke leşkerî xwe wek Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS-Hezex) ragihandin.

Çend roj berê jî li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, YPS-Nisêbîn hatibû ragihandin.

Heta niha nayê zanîn ka ev hêz girêdayî PKKê ne yan na lê li gorî silogan û çalakiyan wan tê dîtin ku ew hêz nêzîkî PKKê ne.

Medyaya Tirkiyê li ser zarê çavkaniyên îstixbaratî îdia dike ku rêxistina Tevgera Ciwanên Demokrat û Şoreşger (YDG-H) hatiye hilweşandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst