Dozgerê giştî: 6 girtî hatine berdan


Hewlêr (Rûdaw)- Dozgrê giştî yê bajarokê Seyid Sadiq aşkere kir ku ji nava her 21 girtiyên ku di xwepêşandana duh a li bajarokê de hatibûn girtin, 6 girtî bi kefaletê hatine berdan.

Dozgerê giştî yê Seyid Sadiq li ber xwepêşanderan ku îro daketine cadeyên bajarokê, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de dozgrê giştî aşkere kir ku 6 girtî bi kefalet hatine azadkirin û her 15 girtiyên din jî dê bi kefaletê bêne berdan.

Berdana girtiyan yek ji daxwazên xwepêşanderan bû ku îro piştî veşartina termê Biryar Hesen ê ku di xwepêşandana duh de jiyana xwe ji dest da, daketine cade û kolanên Seyid Sadiq.

Dozgrê giştî yê Seyid Sadiq herwiha got ku nabe ti kesek bêy fermana dadwer bê girtin û kesên duh hatibûn girtin bi biryara dadwerê lêkolînê hatibûn girtin.

Dozgrê giştî Seyid Sadiq aşkere kir ku doz ji bo bûyerên ku li bajarokê qewimîne hatiye vekirin û herwiha li ser kuştina Biryar Hesen jî doz hatiye vekirin.