Li Tirbespiyê teqîn: 2 kes mirin

 

Tirbespî (Rûdaw)- Li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek bi rêya otombîleke bombekirî, pêk hat.

 

Şahidekî ji bajarokê Tirbspiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Îro, 26.03.2014, demjimêr 06:30 bi dema Qamişlo, xwekujekî bo otombîleke bombekirî, xwe li nêzîk Banka Çandiniyê, xwe teqand.”

 

Banka Çandiniyyê, ku dikeve başûrê bajarokê Tirbespiyê, navenda hêzên Parastina Gel (YPG), baskê leşkerî yê PYDê, ye.


ji aliyek din ve bi rêxistina radîkal a bi navê dewleta îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li ser Twitterê berprsiyariya xwe li ser encamdana vê teqînê ragihand.

 

Herwiha wî şahidî, ku nexwest navê wî bê aşkere kirin, da zanînku ji encama teqînê hemwelatiyekî sivîl û şervanekî YPGê, ku navenda YPGê diparast, jiyana xwe ji dest dan.

 

Wî şahidî amaje kir jî ku hejmarek kes birîndar ketine lê heta niha hejmara wan ne diyare, û aşkere jî kir ku şervanên YPGê cihê bûyerê dorpêç kirine û nahêlin kes nêzîk bibe.

 

Di çarçoveya vê mehê de ev teqîna duyeme ku li Bajarokê Tirbespiyê pêk tê, teqîna yekem jî roja 6l Mehê bû ku xwekujekî xwe li nêzîkî Saziya Malbatên Şehîdan, a ser bi PYDê ve xwe teqandibû û di encamê de xwekuj mir û 3 kes birîndar bûbûn.

 

Herwiha roja 14/2/2014 derdora saet 7ê êvarê bi dema Qmişlo teqînek li nava bazara bajarokê Tirbespiyê pêkhat û di encam de 4 kes birîndar bûbûn, û yek ji birîndaran bi navê Mufîd Hiznî li nexweşxaneyeke Tirkiyê jiyana xwe jidest dabû.