YPJyê li ser jinên dîl daxuyanî da

02-12-2024
RÛDAW
Nîşan YPJ Jinên Dîl Şehba Til Rifet Heleb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li ser jinên esîrên got, “Ji çarenivîsa jinên esîr dewleta Tirk berpirsyar e, dê hesaba wê bê pirsîn.”

Li gorî zanyarî û dîmenên ku çekdarên êrişkar belav kirine, çekdarên hêza bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê” ya ser bi Tirkiyeyê ve li navçeya Til Rifetê 2 şervanên YPJyê û şervanekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dîl girtine.

Fermandariya Giştî ya YPJyê derbarê jinên dîl hatine girtin û êrişên çekdarên mixalefeta Sûriyeyê yên girêdayî Tirkiyeyê yên li Heleb, Şehba û Til Rifetê daxuyanî da.

YPJyê diyar kir ku ji kiryarên çekdarên êrişakar ên li dijî jinên esîr ên birîndar Tirkiye berpirsyar e û da zanîn ku dê li eniyên şer hesaba wê bê pirsîn.

Fermandariyê bangî saziyên navneteweyê kir ku ji parastina mafê êsirtiyê bikevin nava liv û tevgerê.

Daxuyaniya YPJyê wiha ye:

 “Bi rojane êrişeke berfireh û pir alî li dijî herêma me û tevahî xaka Sûriyeyê tê meşandin. Di serî de li Helebê, gelê Sûriyeyê bi xeterî û komkujiyên mezin re rû bi rû hate hiştin.

Ev êriş di heman demê de herêma me ya bakur-rojhilatê Sûriye girte nava xwe û bi rojane li hemberî van êrişên mezin berxwedaneke bêhempa tê raberkirin.

Bi taybetî li herêma Şehba û Helebê di serî de jin, gelê me li hemberî van êrişan bi rojane berxwedaniyeke mezin raber dikin.

“Xelkê Şêq Meqsûd û Eşrefiyê êrişên dagirkeriyê têk birin”

Gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ku bi salan e xwedî ezmûna şer û berxwedanê ye, li hemberî van êrişan careke din xwe bi rêxistin kir û bi navê Hêzên Parastina Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi dehan caran êrişên çeteyên dagirkeriya Tirk têk birin.

Bêguman şer pir alî û bi awayekî dijwar didome û mixabin ku hinek xort û jinên ciwan ên Hêzên Parastina Şêx Meqsûd ên birîndar bûbûn esîr ketin destê çeteyan.

“Ew bi ti awayî exlaq û qanûnên şer nas nakin”

Ev çeteyên hoveber ku bi ti awayî exlaq û qanûnên şer nas nakin, bi awayekî pir hovane rûmeta jinên esîr dişikînin û li ser dezgehên xwe yên çapemeniyê wekî amûreke propagandayê bi kar tînin.

Bi gotinên xwe yên wekî ‘em dê careke din we di bazaran de bifroşin’ hêrsa xwe ya li hemberî jinan raber dikin. Ev kiryarên dijmirovî ne û divê bi ti awayî neyên qebûlkirin.

Em weke Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) van kiryarên hovane yên çeteyên dagirkeriya Tirk li hemberî esîrên jin şermezar dikin û em dibêjin dê tola wan were hilanîn.

Her wiha em bangî saziyên mafê jinan û mirovan dikin ku xwedî li van jinên ciwan ên esîr ku parastina tax û bajarê xwe dikirin derkevin.

Em bi israr dibêjin divê mafê wan ên esîrbûyînê were parastin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst