Li Rihayê qeza: 5 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek wergeriya û di encamê de 5 kes birîndar bûn.
Otomobîla ku H.K. diajot li ser rêya navçeya Kaniya Xezalan li kîlomêtroya 15emîn wergeriya coya avê.
Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê, AFAD û trafîkê çûn cihê qezayê.
Di qezayê de ji bilî şofêr 4 kes birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Bi alîkariya vînçê otomobîl ji coyê hat derxistin.