Hewlêr (Rûdaw) – Meclisa Gelê Efrîn û Şehbayê biryar da herêma ku ji aliyê komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê ve hatiye dorpêçkirin, vala bike.
Meclisa Gelê Efrîn û Şehbayê li ser êrişên komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike daxuyaniyek belav kir.
Meclisa Gelê Efrîn û Şehbayê di daxuyaniyê de got:
“Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî herêma Til Rifet û Şehbayê kir.
Di van rojan de Hêzên Rizgariya Efrînê ji bo parastina me, berxwedaneke bêhempa nîşan da.
Ji bo ku gelê me rastî komkujiyan neyê, ji bo ku kesên bêguneh neyên qetilkirin, me biryar da ku ji herêma ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dorpêçkirin,derkevin.”
Meclisê her wiha anî ziman:
“Em teqez dikin ku derketina me ya ji herêma Şehbayê nayê wateya ku me dest ji berxwedana xwe ya rizgarkirina Efrînê berdaye.
Me di salên dawî de tevahî mercên zehmet di kampan de tehemul kir û ji niha ve dê têkoşîna me bi awayekî xurttir bidome.
Em dê ji bo rizgarkirina axa xwe û warê xwe ji dagirkeran, hemû hewldanan bikin.”
Şerê li Heleb û Îdlîbê
27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.
Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin, 30ê Çiriya Çaşîn piraniya navenda Helebê bi dest xist.
Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola komên çekdar.
Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û hevpeymanên wê êrişî Şehbaya di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de û cih û warên Kurdan dikin.
Li hinek herêman jî di navber HSD û komên çekdar de şer û pevçûnê dijwar derdikevin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse