Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ragihand ku meha borî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 21 rojnameger hatine desteserkirin û 3 ji wan hatin girtin.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê rapora meha Çiriya Paşîn a 2024an a binpêkirinên li dijî rojnamegeran eşkere kir.
Li gorî raporê, bi danîna qeyûman re di Çiriya Paşîn de zext û binpêkirinên li beramber rojnamegeran zêde bûne û heta niha 40 rojnameger girtî ne.
Binpêkirinên li hemberî rojnamegeran
Di raporê de hat destnîşankirin ku di xwepêşandanên dijî qeyûm de li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, polîsan 4ê Çiriya Paşîn bi ser Rojnameya Batman Sonsoz de girtiye û nûçegihanê wan Serhat Aslan desteser kiriye.
5ê Çiriya Paşîn nûçegihana JINNEWSê Pelşîn Çetînkaya û rojnameger Mizgîn Sonuk û Veysî Akoren hatine desteserkirin.
Li gorî raporê, 3 rojnameger rûbirûyî êrişê bûne, polîsan bi ser mala 13 rojnamegeran de girtine, 21 rojnameger hatine desteserkirin, 3 rojnameger hatine girtin, miameleya xirab li 6 rojnamegeran hatiye kirin, gef li 5 rojnamegeran hatiye xwarin, şopandina bûyeran a 9 rojnamegeran hatiye astengkirin û 2 rojnameger ji kar hatine dûrxistin.
40 rojnameger di girtîgehê de ne
Di çiriya paşîn de derbarê 8 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin, derbarê 6 rojnamegeran de doz hatiye vekirin û darizandina 98 rojnamegeran di 44 dozan de berdewam e û 40 rojnameger di girtîgehê de ne.
Sansûra li ser saziyên medyayê
Herwiha sansûra Lijneya Bilind a Televîzyon û Radyoyê li ser saziyên medyayê berdewam bûye.
Di meha Mijdarê de 39 weşan hatine qedexekirin, 6 nûçe û 3 parvekirinên medyaya civakî hatine astengkirin û malperek hatiye girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse