Hewlêr (Rûdaw) - Di demeke ku rêkeftin heye xelk ji herêmên şer derkeve, komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê li Şehbayê ketine nav xelkê û zilaman digirin.
Piştî dagirkirina Efrîna Rojavayê Kurdistanê bi sed hezaran Kurd koçberî bajarên din Rojavayê Kurdistanê bûn û hinek ji wan jî koçberî Şehbayê bûn.
Malbatên Kurd ên Efrînî yên dixwazin ji Şehbayê derkevin ji doh ve li ser rêyan asê mane.
Keçberên Efrînî yên dixwazin ji Şehbayê derkevin û bi silametî herin herêmên rojhilatê Feratê.
Lê belê tevî rêkeftinê jî çekdar ketine nav xelkê zilaman digirin.
Komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê êrişî herêma Şehbayê û navçeya Til Rifetê yên di bin kontrola HSDyê de ne kir û heta niha jî êriş û şer û pevçûn berdewam in.
Li aliyê din Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kiribû û gotibû:
"Bûyerên li bakurrojavayê Sûriyeyê bi lez û bez geş bûn, hêzên me ji gelek aliyan ve rastî êrîşên dijwar hatin.
Bi rûxandin û vekişîna artêşa Sûriyeyê û hevalbendên wê re, me destwerdan kir ji bo vekirina korîdoreke mirovî di navbera herêmên me yên rojhilat, Heleb û herêma Til Rifatê de, da ku gelê xwe ji komkujiyan biparêzin.
Lê êrişên komên çekdar ên ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve tên destekkirin ev korîdor qut kir.
Hêzên me li Heleb, Til Rifat û Şehbayê bi lehengî parastina gelê me kir.
Em kar dikin ku bi hemû aliyên Sûriyeyê re danûstandinê bikin da ku parastina gelê xwe misoger bikin û wan bi awayekî ewle ji herêmên Til Rifet û Şehbayê ber bi herêmên me yên ewle li bakurê rojhilatê welat derxin.
Berxwedana hêzên me ya ji bo parastina gelê me yê li taxên Kurdan ên Helebê didome."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse