Hewlêr (Rûdaw) - Bi hezaran koçberên Efrînî ku ji 2018an ve li herêma Şehbayê bicîh bûbûn li wê navçeyê asê mane û rê li ber wan hatine girtin.
27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir û berê xwe da Til Rifetê.
Li hinek herêman jî di navber HSD û komên çekdar de şer û pevçûnê dijwar derdikevin.
Piştî dagirkirina Efrîna Rojavayê Kurdistanê bi sed hezaran Kurd koçberî bajarên din Rojavayê Kurdistanê bûn û hinek ji wan jî koçberî Şehbayê bûn.
Malbatên Kurd ên Efrînê yên dixwazin ji Şehbayê derkevin ji doh ve li ser rêyan asê mane.
Koçberekî ji herêmê ji Rûdawê re got ku ew ji roja Yekşemê paşnîvro ve, di nav otomobîl û wesayîtan de li çolê asê mane.
Her wiha da zanîn ku piraniya koçberan li nêzîkî kargeha çîmentoyê û nêzîkî devera Ehdasê asê mane.
Li gorî dîmenên taybet ên ku ji Rûdawê re hatine şandin nîşan didin ku koçber li ber sira zivistanê bêyî ti pêwîstiyên jiyanê li çolê mane.
Koçberê Efrînî ji Rûdawê re got ku hawirdorên wan grûpên çekdar in û ti rê li pêşiya wan nîne, lewma tirseke mezin li nav koçberan belav bûye.
Wî koçberî bi rêya Rûdawê bangî hemû aliyên bikaribin alîkariyê bikin kir ku bi hawara wan ve biçin, jiyana wan biparêzin û wan bigihînin cihên bi ewle.
Malbatên #Kurd ên ji Efrînê yên dixwazin ji Şehbayê derkevin ji doh ve li ser rêyan asê mane pic.twitter.com/nE4kkXRn03
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 2, 2024
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse