'Mezlûm Ebdî ji bo merasîma Trump hat vexwendin'

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji bo merasîma sondxwarinê ya Donald Trump hat vexwendin.

Piştî serkefina Donald Trump a di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de behsa wê yekê hat kirin ku Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî dê biçe Amerîkayê û bi Donald Trump re bicive.

Rayedarên HSD û Partiya Yekîtiya Demokaratîk (PYD) ji bo merasîma sondxwarina Trump a 20ê Kanûna Paşîn a 2025an a li Washingtonê hatin vexwendin.

Li gorî nûçeya nûnerê TELE 1ê ya Washingtonê Yilmaz Polat, ji bo Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmedê daxwaza vîzeya bilez a Amerîkayê hatiye kirin.

Pêştir Berpirsa Pêwendiyên Derve yên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê jî li ser mijarê ji malpera El Monitorê re axivîbû û dabû zanîn, dibe ku ew û Mezlûm Ebdî bi hev re biçin Amerîkayê û bi kabîneya nû ya Donald Trump re bicivin.

Trump di dema serokatiya xwe ya ewil de jî bi Mezlûm Ebdî re bi telefonê axivîbû.