Li Amedê pevçûna malbatan: 10 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çinarê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di navberbera du malbatên mirovê hev de pevçûn derket û di encamê de 10 kes birîndar bûn.
Li gundê Kuxanê yê navçeya Çinarê ji ber erdan di navbera du malbatên mirovê hev de nîqaş derket.
Endamên malbatan bi zêdebûna nîqaşan re bi kevir û daran li hev xistin.
Di ancamê de 10 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyên birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên bajêr.
Cendirmeyan di nava gund de tedbîrên ewlehiyê zêde kirin.