Nêçîrvan Barzanî Balyozê Rûsyayê yê Îraqê qebûl kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Rûsyayê yê Îraqê Elbrus Kutrashev li Hewlêrê civiyan.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Rûsyayê yê Îraqê Elbrus Kutrashev pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, gotûbêjên aliyên siyasî yên ji bo avakirina hikûmetê û civîna yekem a Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Serokatiyê di daxuyaniya xwe de ragihand:

“Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Rûsyayê yê Îraqê Elbrus Kutrashev pêwendiyên Rûsyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re gotûbêj kirin û tekezî li ser bipêşxistina hevkariyên di warên cuda de kir.”

Har diyarkirin ku her du alî li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, gotûbêjên aliyên siyasî yên ji bo avakirina kabîneya nû û civîna yekem a Parlamentoyê ku îro hat lidarxistin axivîn.

Her wiha aloziyên li Rojhilata Navîn, bi taybetî rewşa Sûriyeyê û bandorên wê yên herêmî mijarên din ên civînê bûn.

Di civînê de Konsulê Giştî yê Rûsyayê yê Herêma Kurdistanê jî amade bû.