Mezlûm Ebdî li ser şer û pevçûnan daxuyaniyek belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî got, "Bûyerên li bakur-rojavayê Sûriyeyê bi lez û bez geş bûn, hêzên me ji gelek aliyan ve rastî êrîşên dijwar hatin."

27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir û berê xwe da Til Rifetê.

Li hinek herêman jî di navber HSD û komên çekdar de şer û pevçûnê dijwar derdikevin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser rewşa Heleb û Til Rifetê daxuyaniyek belav kir.

Mezlûm Ebdî di dxuyaniya xwe de wiha got:

"Bûyerên li bakurrojavayê Sûriyeyê bi lez û bez geş bûn, hêzên me ji gelek aliyan ve rastî êrîşên dijwar hatin.

Bi rûxandin û vekişîna artêşa Sûriyeyê û hevalbendên wê re, me destwerdan kir ji bo vekirina korîdoreke mirovî di navbera herêmên me yên rojhilat, Heleb û herêma Til Rifatê de, da ku gelê xwe ji komkujiyan biparêzin.

Lê êrişên komên çekdar ên ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve tên destekkirin ev korîdor qut kir.

Hêzên me li Heleb, Til Rifat û Şehbayê bi lehengî parastina gelê me kir.

Em kar dikin ku bi hemû aliyên Sûriyeyê re danûstandinê bikin da ku parastina gelê xwe misoger bikin û wan bi awayekî ewle ji herêmên Til Rifet û Şehbayê ber bi herêmên me yên ewle li bakurê rojhilatê welat derxin.

Berxwedana hêzên me ya ji bo parastina gelê me yê li taxên Kurdan ên Helebê didome."