DEM Partî: Li Heleb û Til Rifetê Kurd û gelên din bi komkujiyeke nû re rû bi rû ne

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê li ser Heleb û Til Rifetê got. "Ji ber şer û pevçûnên dawî yên li Sûriyeyê, Kurd, Ereb û gelên din ên li herêma Til Rifet û Helebê ji çeteyên êrîşkar re bîat nakin, bi gefeke nû ya komkujiyê re rû bi rû ne."

27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir û berê xwe da Til Rifetê.

Li hinek herêman jî di navber HSD û komên çekdar de şer û pevçûnê dijwar derdikevin.

Derbarê bipêşketin û şerê li Sûriyeyê de Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti) daxuyaniyek belav kir.

DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Ji ber şer û pevçûnên dawî yên li Sûriyeyê, Kurd, Ereb û gelên din ên li herêma Til Rifet û Helebê ji çeteyên êrîşkar re bîat nakin, bi gefeke nû ya komkujiyê re rû bi rû ne.

Bi taybetî jî bi deh hezaran mirovên li Tel Rifetê bi cih bûne û şêniyên herêmê dibin hedefa çeteyên êrîşkar.

Em bang li derdorên siyasî, hêzên demokratîk, dijberên şer, parêzvanên mafên mirovan, rêxistinên sivîl, civaka navneteweyî û saziyan dikin ku ji bo li hemberî geşedanan bêdeng nemînin, li ser bingehên demokratîk bertek nîşan bidin."