Girtiyê Kurd piştî 30 salan hat berdan: Hevalên me li pey min man

02-12-2023
Ferdî Sak
Girtiyê Kurd Enwer Uçar piştî 30 salan hat berdan
Girtiyê Kurd Enwer Uçar piştî 30 salan hat berdan
Nîşan Girtiyên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Enwer Uçarê ku 30 salan di girtîgehên Tirkiyeyê de ma hat berdan.

Ji bo pêşwaziya wî karwaneke dûr û dirêj a otomobîlan bi rê ket.

Malbat û xizmên wî bi rondikên kêfxweşiyê, tilîlî, xetîr û kevokên aştiyê pêşwazî lê kirin.

Dîmenên merasîma pêşwaziyê ji Rûdawê re hatin şandin.

Girtiyê Kurd Enwer Uçar anî ziman:

“Em wek hev in, ferqa me ji hev tine. Tişta ku ji destê me bê em dê bikin.”

Girtiyê Kurd ê ji parêzgeha Êliha Bakurê Kurdistanê Enwer Uçar sala 1993yan li parêzgeha Sêrtê hat girtin.

Li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ya Amedê bi îdiaya “nehiştina yekitî û yekparçeyiya dewletê” hat darizandin û 30 sal cezayê heta hetayê yê girtîgehê lê hat birîn.

Enwer Uçar roja înê cezayê xwe temam kir û ji girtîgeha Amedê hat berdan.

Wî di peyama xwe yekem de bal kişand ser rewşa girtiyên ku li pey xwe hiştiye.

Girtiyê Kurd Enwer Uçar herwiha anî ziman:

“Hevalên me li pişt me man, dilê me bi wan ve ye.”

Enwer Uçar ji ber doza PKKyê zêdetirî nîvê temenê xwe li zindanên Tirkiyeyê borand.

Ew dema ku hat desteserkirin 40 rojan îşkence dît û 30 salên xwe yên girtîgehê jî bi çendîn nexweşiyên wek şekir, astim û bronşîtê li 9 girtîgehên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê temam kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst