Li Amedê pevçûna malbatan: 12 kes birîndar bûn

02-12-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Pevçûna Malbatan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 2 malbat bi dar û keviran bi hev ketin û di pevçûnê de 12 kes birîndar bûn.

Bûyer, şeva borî li taxa Batiçanakçiyê ya navçeya Rezana Amedê çêbû.

Li gor zanyariyan zarokên 2 malbatan li kolanê pev çûne û piştî demekê malbatên wan jî beşdar bûne.

Malbatan bi kevir û daran êrişî hev kir. Di pevçûna her du malbatan de 12 kes birîndar bûn.

Li ser agahdakirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan birîndarek bir nexweşxaneyê û yên din jî li cihê bûyerê hatin dermankirin.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin û li taxê tedbîrên ewlehiyê hatine wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst