Tirkiye derdora Zirganê topbaran dike

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiyeyê û grûpên çekdar derdora bajarokê Zirganê yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê topbaran dikin.

Çavkaniyeke xwecihî ji navçeya Zirganî ji Rûdawê re ragihand, hêzên Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, îro ji piştî nîvroya heta êvarê, derdora bajarokê Zirgan û gundewarê rojavayê wî bajarokî topbaran dikirin.

Li gorî dîmen û zanyariyên taybet ku ji wan navçeyan hatin bidestxistin, hêzên Tirkiyeyê û grûpên çekdar gundên Um Hermelê, Hec Mûsa, Mişêrfa û Hermel Herb ên bajarokê Zirganê yê Hesekê topbaran dikin.

Derbarê zereran de heta niha ti agahî nehatine bidestxistin.

Ji 5ê Çiriya Pêşînê 2023yan ve, heta niha êrişên Tirkiyeyê li navçeyên Rojavayê Kurdistanê, li gorî berî wê demê, bêhtir bûne û hêj berdewam in.