Li Dêrikê ji ber guherînên keşûhewayê bi sedan kanî û robar çikiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Bi sedema guherîna keşûhewayê, bi sedan kanî, çem û robar li herêma Dêrikê û tevahiya Rojavayê Kurdistanê bi temamî ziwa bûne, Çem û Rûbar jî zuha bûne.
Kaniya Wanukê ya li ser qeraxê Çemê Sefanê li başûrê Dêrikê berê kaniya herî boş û navdar bû lê ji çend salan ve wiha miçiqiye û li ber ziwabûnê ye.
Herwiha kaniya Zixatê ya li rojhilatê Dêrikê jî rewşa wê ji ya kaniya Wanikî xirabtir e.
Aşên avê jî ku caran li navçeyê pir bûn bûne kavilên ziwa û wêran.
Çem û robar ziwa bûne
Bi sedema guherîna keşûhewayê, bi sedan kanî li herêma Dêrikê û tevahiya Rojavayê Kurdistanê ku çavkaniya ava vexwarinê bûn bi temamî ziwa bûne û şûna wan jî êdî diyar nabe.
Çem û robar jî ziwa bûne, yan jî pir melûl bûne. Kêmiya baran û avê bandoreke mezin li pez û sewal jî kiriye.
Dexlûdan hişk dibin
Piraniya salan jî dexlûdanên xelkê ji bo kêmiya avê zerhimî û hişk dibin.
Şerê navxwe yê Sûriyeyê bûye sedem ku guhdana bi jîngehê ne di nav pêşdestiyên saziyên fermî û nerfermî de be.
Lê hin rêxistin û komeleyên civaka sivîl li Rojavayê Kurdistanê hewl didin ku rolekê di şînkirin û vejandina çavkaniyên xwezayî de bibînin.
Komeleya Warşîn a Ji Bo Jîngehê projeyên çandina daran li nav bajaran, derdor û rêyên gundan û heta nav goristanan jî pêk tîne.
Herwiha girîngiyê bi parastina maseyan û geşepêdana wan di nav bendavên Rojavayê Kurdistanê dide.
Berfirehkirina rûbera keskatiyê û vejandina çavkaniyên xwezayî yê geşekirina jîngehê roleke girîng di parastina jîngehê û kêmkirina pileyên germahiyê de dibînin.
Dariştina planên parastina jîngehê û kêmkirina bandora guherîna keşûhewayê û rûbirûbûna hişkesaliyan erkê saziyên fermî yên desthilatê ne.
Lê beşdariya civaka sivîl û komele û rêxistinên nefermî, û herwiha jî beşdariya xwebexşan û hişyarkirina civakî û bi taybetî jî nifşên nûhatî rolek û bandorek mezin di parastina jîngehê de dibînin.