Şaredariya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê karên xizmetê ragirtin

02-12-2023
RÛDAW
Nîşan Taxa Şêx Meqsûd Eşrefiye Heleb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê, bi sedema dorpêça hêzên hikûmeta Sûriyeyê, karên xizmetguzariyê ragirtin.

Dorpêça hêzên hikûmeta Sûriyeyê li ser her du taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yê li bajarê Helebê, berdewam e.

Şaredariya herdu taxên Kurdn Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê di daxuyaniyekê de ragihand ku bi sedema dorpêça hêzên hikûmeta Sûriyeyê li ser her du taxan, ew karên xwe yên xizmetguzariyê radigirin.

Şaredarî nîşan bi wê yekê jî da ku bi sedema dorpêçê derbaskirina madeyên sereke yên boriyên avrêjinê, çîmento, zeyta motorên otomobîlan, mazot û gelek pêdiviyên din, rê bi derbaskirina wan nayê dan.

Li gorî heman daxuyaniyê, armanc ji dorpêçê neçarkirina nişteciyên her du taxên Kurdnişîn e ku koçber bibin.

Herwiha hat gotin ku koçberên kampên Şehbayê, ji 6 salan ve li jêr dorpêçê dijîn, bi awayekî ku dibe karesateke mirovî dirust bibe.

Di heman demê de bi sedema dorpêçê dibistan hatine girtin û elektrîk nemaye û derman jî namene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst