Balafirên Tirkiyeyê careke din Gare, Metîna, Xakurk û Qendîl bombebaran kirin

02-12-2023
RÛDAW
Nîşan PKK Artêşa Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku balafirên Tirkiyeyê 16 armancên PKKyê yên li Gare, Metîna, Xakurk û Qendîlê bombebaran kirine.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derbarê bombebaranê de li ser hesabê xwe ya tora civakî daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê ragihand ku balafirên wan ên şer demjimêr 18.30ê êvara doh navçeyên Gare, Metîna, Xakurk û Qendîlê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de bombebaran kirine.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di wan bombebaranan de 16 armancên PKKyê hatine jinavbirin ku ji şikeft, stargeh û binkeyên PKKyê pêk tên.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de îdia kiriye ku wan ew operasyona hewayî ya di nav axa Herêma Kurdistanê de li gorî madeya 51emîn a peymana Neteweyên Yekbûyî, “di çarçoveya mafê rewa yê xweparastinê de” pêk aniye.

Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê serbazî yê PKKyê ye di daxuyaniya xwe ya herî dawî ya 27ê Çiriya Paşînê de ragihandibû ku gerîlayên wan di 48 demjimêrên borî de li Zap û Avaşînê 8 caran êrişî leşkerên artêşa Tirkiyeyê kirine.

HPGyê da zanîn ku di wan êrişan de 2 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst