'Mana Makbûle Ozera 81 salî di girtîgehê de dê çi sûdê bigihîne AKPyê?'

02-12-2023
RÛDAW
Nîşan Makbûle Ozer Meral Daniş Beştaş Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Meral Daniş Beştaşê di Parlamentoya Tirkiyeyê de li hemberî biryara Saziya Bijîşkî ya Tirkiyeyê ya Makbûle Ozera 81 salî nerazîbûn nîşan da.

Beştaşê got, “Mana jineke 81 salî tevî ewqas nexweşiyan li girtîgeha rehabîlîtasyonê, dê çi sûdekê bigihîne Tirkiyeyê? Dê çi sûdê bigihîne AKPyê?”

Makbule Ozera 81 salî û Hadî Ozerê hevjînê wê di 9ê Gulanê de bi hinceta "alîkariya rêxistina terorê" li navçeya Artemêtê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi cezaya 2 sal û mehek girtîgehê hatibûn girtin.

Ew tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê yên giran jî ji girtîgehê nedihatin berdan.

Saziya Bijîşkî ya Dadî (ATK) ji bo Makbûle Ozerê ya ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên giran nekarî bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne, biryara taloqkirina salekê ya cezaya girtîgehê dabû û Ozer 9ê Îlona 2022yan ji girtîgehê hatibû berdan.

Rapora nû ya Saziya Bijîşkî ya Dadî

Heman saziyê roja 11ê Çiriya Paşînê nivîsek ji dadgehê re şand û diyar kir ku Makbûle Ozer li gorî belge û pişkinînên tenduristiyê dikare li Girtîgeha Ryê (Rehabîlîtasyonê) bimîne û daxwaz kir ku rewşa wê ya girtûbûnê ji nû ve were nirxandin.

Saziya Bijîşkî ya Dadî di beşeke rapora xwe ya nû de eşkere kiriye ku Makbûle Ozer bi kursiya nivîşkanan hatiye pişkinîna tenduristiyê û nexweşiya wê ya astim û tengenefesiyê heye.

Herwiha gotiye ku nikare ling û piyên xwe bi başî bilivîne û di warê dîtine de jî astengiyên wê hene.

Roja pêncşemê malbata Makbûle Ozerê derbarê rapora nû de ligel dozgeriyê hevdîtinek pêk anî û dozger ji wan xwest ku Makbûle Ozer ji bo girtîgeha Ryê wate rehabîlîtasyonê bê radestkirin.

Malbata Makbûle Ozerê neçar e ku li gorî biryara nû 4ê Kanûna Pêşînê dayika xwe radestî girtîgehê bikin.

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Meral Daniş Beştaşê doh di axaftineke xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de bal kişand ser rewşa Makbûle Ozerê û nerazîbûn li hemberî biryara Saziya Bijîşkî ya Dadî ya Tirkiyeyê nîşan da.

“Dê çi sûdekê bigihîne Tirkiyeyê?”

Parlamentera HEDEPê Meral Daniş Beştaş wiha axivî:

“Dîsa nûçeyeke nû. Mixabin ez nûçeyên baş nadim. Makbûle Ozer jineke bi temen a  81 salî ye.

Şêniya Artemêta Wanê ye. Bi îdiaya alîkariya rêxistinê 2 sal û mehek cezayê wê heye.

Berî niha cezayê wê salek hatiye paşxistin lê Saziya Bijîşkî ya Dadî derbarê wê de rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” daye.

Tevî ku di beşeke cuda ya vê raporê de ev yek jî zêde kirine ez bi taybetî dixwazim van ji raya giştî re eşkere bikim.

Dibêje bi kursiyê anîne pişkinînê, nexweşa astim û tengenefesiyê ye.

Saziya Bijîşkî ya Dadî herwiha di rapora xwe de gotiye astengî di liv û tevgera lingên wê de jî heye.

Malbata Makbule Ozera 81 salî dê roja duşemê wê bibin girtîgehê ku nikare bixwe pêdiviyên xwe bicih bîne.

Bi rastî ez naxwazim derbarê vê mijarê de şîroveyekê bikim. Mana jineke 81 salî tevî ewqas nexweşiyan li girtîgeha Rehebîlîtasyonê, dê çi sûdekê bigihîne Tirkiyeyê?

Dê çi sûdê bigihîne AKPyê? Wijdana raya giştî dê tatmîn bibe? Tenê van pirsan dikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst