Nasnameyên qurbaniyên bombebarana Mawetê hatin eşkerekirin

02-12-2022
RÛDAW
Nîşan Mawet Silêmanî Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tîma CPT ya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di bombebarana îro ya li ser Mawet a Silêmaniyê de sivîlekî canê xwe ji dest daye û 5 sivîl jî birîndar bûne.

Îro danê nîvro çend welatiyên gundê Qamîşê yê girêdayî navçeya Şerbajêr a Silêmaniyê hatin bombebarankirin. Berpirsê Beşa Mafên Mirovan a Koma CPT ya Herêma Kurdistanê Kameran Osman ji Rûdawê re got, “Welatî 6 kes bûn, yek şehîd bûye û 5 kes jî birîndar in.”

Kameran Osman anî ziman, “Bi kesê mirî re birayekî wî yê bi navê Seîd jî hebûye. Ez bi Seîd re axivîm û hemû agahî ev in ku şeş kes bûne; 3-4 roj bûn li ser sînor nêçîrvanî dikirin û îro jî hatin bombebarankirin.”

Li ser nasnameya qurbaniyan jî Kameran Osman got ku wan lêkolîneke berfireh kirine û nasnameya qurbaniyan jî wiha ye, “Ezîz Mihemed Resûl canê xwe ji dest da. Seîd Mihemed Resûl, Mihemed Qadir Axa, Kwêxa Mihemed Elî, Zana Mihemed Elî û Salih Qadir birîndar in.”

Bombebaran li ser Çiyayê Kelaşînê yê gundê Zarûnê bûye. Li gorî Kameran Osman, wan piştrast kirine ku ew bombebaran ji aliyê firokeyeke bê firokevan a Tirkiyê ve hatiye kirin.

Li gorî CPTê ji Tebaxa 2015an û vir ve li herêma Şarbajêr ji ber bombebarana Tirkiyê 2 sivîlan canê xwe ji dest dane û 12 sivîl jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst